15 kesên ku wê êrîs bibirina ser konsulxaneyan hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê 15 kesên ku wê êrîş bibirina ser konsulxaneyan û îbadetxaneyên Mûsewî û Xîrîstiyanan hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên wê êrîş bikirina endamên IŞİD ê ne û ji fermandarên xwe ferman sitendine.
Operasyon bi agahiyên ku rêvebiriya asayîşê, MİT û beşa îstîxbaratê ya asayîşê bidest xistine, hatiye kirin. Li gor AA yê, gumanbar bi IŞİD ê û herêmên şer re têkildarin. Lê tehdîdên wan yên ku wê êrîş bikin ser konsulxane û îbadetxaneyan nehatiye tesbît kirin.
Piştî îfadên gumanbaran hat sitendin, wan birin dadgehê û her 15 gumanbaran şandin zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin