Pistî 18 kesên li Diyarbekirê li Sêrtê jî 5 kes hatin binçavkirin

09 November 2021 17:11 0 dîtin
Pistî 18 kesên li Diyarbekirê li Sêrtê jî 5 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di operasyona polîsan a serdegirtina malan de, 5 kes bi hinceta lêpirsîna “propagandeya rêxistinê” hatin binçavkirin.

Îro 9ê Mijdarê li taxên Ulus, Yenimahalle û Çagli yên navenda bajêr polîsan bi ser gelek malan de girt û Hevserokê Komeleya Alîkarîkirina Malbatên Girtî (TUAY-DER) Haydar Çagli, endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Musa Kurhan, rêveberên berê yên rêxistina HDPê ya bajarê Sêrtê Zeki Çalapkolu û Halil Akin û kesekî ku navê wî nehatiye zanîn bi îdîaya “propagandeya rêxistinê” kirine hatin desteserkirin.

Doh jî li Diyarbekirê û 3 bajarên din polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî di nav de, ji HDP, DBP û ESPê 18 siyasetmedar û sendîkavan bi heman hincetê hatibûn binçavkirin ku hîn dernexistine pêşberî dadgehê.