Li navça Berwariya Sêrtê mînîbus û 6 kesên di berfê de asê man hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêrtê li navça Berwariya (Pervari) mînîbusa rêwiyan û 6 kesên ku di otomobîlekî de di rê de, ji ber berfê asê man, ji terefê tîmên Rêvebiriya Taybet ya bajêr de hatin rizgarkirin.
Li dora wexta nîvro, li gundê bi navê Xisxêr (Geçittepe) ku bi ser Berwariya ve ye, berf zêde bariya û rê hat girtin. Minibus û otomobîla ku di rê de asê man, dema xwe bi telefonê xwe gihandin Rêvebiriya Taybet ya Bajêr, tîmên vekirina rê çûn gundê Xisxêrê û asêmayiyan rizgar kirin.
Lê rayedar radigihînin û dibêjin kesên di heman rêyê de herin divê zincîra ereba xwe jî bi xwe re bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin