Li navça Midyadê ya Mêrdînê mînîbusa tûrîstan wergeriya: 7 birîndar hene

21 September 2024 19:56 0 dîtin
Li navça Midyadê ya Mêrdînê mînîbusa tûrîstan wergeriya: 7 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê mînîbusa ku tûrîstan (geştiyaran) hildigirt li gundê Nehîle (Yemişliyê) wergeriya û 7 kes birîndar bûn. Piştî mudaxeleya tenduristiyê ya yekem, birîndaran birin nexweşxanê.

Qeza ber destê êvarê çêbû û sedema qezayê ji ber ajotvan desthilatê wenda kir. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê; îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Birîndarên Alman Fehime Ü. (67), Simon Ü. (69), Denho U. (74 ), birîndarên ji Îsweçê Josef B. (68), Ildiz B. (73), Naile M. (75) û Sabo M. (79) bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Midyadê.

Hat gotin ku rewşa birîndaran başe û jiyana wan di talûkê de nîne.