Li Wanê bi gumana endamtiya PKK/KCKê 10 kes hatin girtin

20 January 2019 19:34 0 dîtin
Li Wanê bi gumana endamtiya PKK/KCKê 10 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Ercîşê bi gumana ku endamên KCK/PKKê ne, hêzên cendirmeyan di eynî wextê de avêtin ser 11 avahiyan û 10 kesan girtin. Operasyon li ser biryara serdozgeriya Ercîşê hat kirin û cendrimeyên fermandariya parêzgehê yên Wan ê tevli operasyonê bûn.

Bi wan re 10 mobîl telefon, 8 heb kartên sim û karteka hafizayê hatin girtin. Sûcên ku bi bal wan de didin endamtiya rêxistinan û alîkariya rêxistina ye.