Li Wanê ji ber sûcên cuda 333 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Midîriyeta Polîsan a Wanê, xebatên li dijî sûc û sûcdaran li tevahiya parêzgehê dewam dikin.
Hat ragihandin ku di operasyonên ku di navbera 16-30ê Adarê de ji teref Midîriyeta Polêsan ve hatin kirin 333 kesên ku ji ber sûcên cuda lê dihatin xwestin hatin girtin.
Ji van kesan 88 kes bi cezayê dawî hatin girtin û radestî girtîgehê hatin kirin.
Di operasyonan de tiving, 4 fîşek û gelek malzemeyên cuda hatin bidestxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin