Bi tohmeta endamtiya PKK/KCKê 26 kes hatin desteserkirin

20 March 2021 17:31 0 dîtin
Bi tohmeta endamtiya PKK/KCKê 26 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya operasyona li dijî PKK/KCKê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, hevdem li çend bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, operasyonek li dar xistin û 26 kes desteser kirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Mêrdîn, Operasyon hevdem li Mêrdîn, Riha, Diyarbekir, Bûrsa, Stenbol û Antalya pêk hatiye.

Di encama operasyonê de, 26 kesên tohmetbar, hatin desteserkirin.