Bi tohmeta endamtiya KCKê 19 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Bi tohmeta endamtiya KCKê, li Diyarbekir, Şirnex û Enqerê, 19 kes hatin desteserkirin.
Hêzên Dijeterora Tirkiyê, li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, girtin ser gelek mal û navnîşanan û di encamê de, 13 kes desteserkirin ku bi endamtiya KCKê û amadekariya çalakiyan tên tohmetbarkirin.
Li Cizîra Botanê 3 kes, li Enqereyê jî 3 kesên din bi heman tohmetan hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, lêpirsîna kesên hatine desteserkirin, berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin