Bi tohmeta ''endamtiya DAIS û Heyet Tehrîr Sam'' 8 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Stenbolê, Tîmên Rûbirûbûna Terorê li Rêveberiya Giştî ya Asayişa Stenbolê, operasyonek bi navê Rûbirûbûna DAIŞ û Qaide birêve bir û di encamê de, 8 kes desteser kirin. Operasyon bi awayekî hevdem pêk hat û tîmên asayişê girtin ser gelek navnîşanên ku berî niha hatibûn destnîşankirin.
Li gor zanyariyan, di encama operasyonê de 8 kes bi tohmeta “endamtiya DAIŞ û Heyet Tehrîr Şam” hatin desteserkirin.
Kêsên hatine girtin, 4 jê hemwelatiyên Tirkiyê, 1 Sûriye, 1 Uzbekistan, 1 Kirgizistan û yek jî hemwelatiyê Iraqê ye.
Kesên hatine girtin, piştî pişkinîna tendirustî, ji bo Rêveberiya Giştî ya Asayişa Stenbolê hatin veguhestin.
Asayişê da zanîn, li malên wan 8 kesan, dest danîne ser hejmarek belge û dokomentên dijîtal.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin