Li Switzerlandê 4 kes bi tohmeta endamtiya DAIS û El Qaîdê hatin girtin

02 October 2020 21:02 0 dîtin
Li Switzerlandê 4 kes bi tohmeta endamtiya DAIS û El Qaîdê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna ser çalakî û êrîşên tundraw de, 3 zilam û jinek li kantona Friborg a Switzerlandê hatin desteserkirin.

Radyoya Switzerlandê ragihandiya ku îro 4 kesên bi gumana ku têkiliyên wan bi DAIŞ û Qaîdeyê re hene hatine girtin.

Nivîsgeha Dozgera Giştî ya Switzerlandê (OAG) jî ragihandiye, polîsan di çarçoveya lêpirsîna tevgerên tundraw de, li kantona Friborgê li rojavayê welêt bi ser sê malan de girtine û 4 kes desteser kirine.

Her çar kesan qanûna Switzerlanda ya ku danûstandinên bi rêxistinên girêdyaî DAIŞ û Qaîdeyê re qedexe dike, binpê kiriye û guman heye wan kesan li ser navê wan rêxistinan sûc kirine.

Dozgeriyê nasnameyên her çar kesan eşkere kiriye ku jineke (28 salî) ji Kosovayê, yekî din (26) ji Makdonyayê, mêrek (34) ji Kosovayê û yê çarem jî (34 salî) pê re nasnameyên Switzerland û Kosovayê hebûn.