Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê 5 kes hatin desteserkirin

15 December 2020 14:00 0 dîtin
Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê 5 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê di encama operasyoneke ewlehiyê de, 5 kes bi tohmeta têkiliya wan bi PKKê re heye, hatin desteserkirin.

Tîmên Şubeya Dije Terorê ya ser bi Rêveberiya Asayişa Stenbolê ve, îro di saetên nîve şevê de, bi operasyonekê dest bi desteserkirina 10 kesan kir.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi awayekî hevdem li heft navçeyan, girtin ser gelek navnîşanan û ji 10 kesên daxwazkirî 5 kes desteser kirin.

Her pênc kesên desteserkirî piştî pişkinînên tendirustî, ji bo lêkolînê bo Rêveberiya Giştî ya Asayişa Stenbolê hatin şandin.

Li aliyekê din, bi gotina medyaya Tirkiyê, operasyona hêzên ewlekariyê ji bo desteserkirina pênc kesên din hê jî berdewam e.