Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê 8 kes hatin desteserkirin

18 November 2020 11:01 0 dîtin
Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê 8 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê, 8 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, li 13 navnîşanên taxên Sûltanbeylî û Çekmekoyê, operasyonek li dijî PKK/KCKê hat lidarxistin.

Di encama lêgerînan de, 8 kesên gumanbar, bi tohmeta têkiliya wan bi PKKê re heye hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên ji medya Tirkî, di encama girtina ser malan de, 3 demançe û gelek belgeyên rexistinî jî hatine dîtin.

Kesên hatin desteserkirin, veguhastin wargeha Kolana Vatanê ya Rêveberiya Asayîşa Stenbolê.