Stenbol | Bi tohmeta pêwendî û endamtiya PKKê 8 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Stenbolê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, bi tohmeta pêwendî û endamtiya PKKê, 8 kes desteserkirin.
Li gor çapemeniya Tirkiyê, saetên sibeha Îro, tîmên girêdayî Dije Teror a Stenbolê ve û tîmên taybet, operasyonek encam dan.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew operasyon di encama zanyariyên îstîxbaratî de hatiye pêkanîn bo desteserkirina 9 kesan ku hatiye îddîakirin “bi şêweyekî nihênî çûne Stenbolê.”
Herwiha li gor zanyariyan, ji bo desteserkirina wan 9 kesan li 5 navçeyên ciyawaz hêzên Tirkiyê bi ser navnîşanên hatibûn destnîşankirin de girtin û 8 kes desteserkirin.
Piştî pişkinîna tendurustî ya kesên desteserkirî, bi mebesta lêkolînê bo şaxa Dije Terora Stenbolê hatin veguhastin û hatiye gotin ku operasyona bo desteserkirina kesê din berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin