Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê operasyonek hat lidarxistin

26 September 2020 14:02 0 dîtin
Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya PKKê operasyonek hat lidarxistin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, bi tohmeta endamtiya PKKê, li bajarê Stenbolê 7 kes girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, li navçeyên cuda yên Stenbolê operasyonek li dar xist û di derbarê operasyonê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin, di encama operasyona bi tohmeta endamtî û alîkariya PKKê, 7 kes hatin girtin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat îddîakirin, ew kesên hatine girtin, beriya êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, kar û xebat li wî bajarî li ser navê PKKê bi rê ve birine û bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyê bûne.

Dewleta Tirkiyê ji 26.09.2020an ve, bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîna li ser heman bûyeran, Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan jî di nav de, biryara girtina 82 kesan da û gelek kes girt.

Ji bilî Ayhan Bîlgen û Altan Tan, Sirrî Sureya Onder, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur jî di nav kesên hatine girtin de ne.