Li Stenbolê 19 kes bi tohmeta endambûn û pistevanîkirina PKKê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Stenbolê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê, Cîgirê Serokê Şaredariya Şîşlî C.Y. jî di nav de, 19 kes bi tohmeta endambûn û piştevanîkirina PKKê desteser kirin.
Li gor zanyariyan, serê sibeha îro, tîmên ser bi Rêveberiya Dijî Terorê li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, bo desteserkirina 25 kesan girtin ser 28 navnîşanan.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Stenbolê, tîmên wan li navçeya Fatihê avêtine ser avahiya komeleyek û çend avahiyên din. 19 kes girtin, herwiha dest danîn ser hinek belgeyan jî.
Kesên hatine desteserkirin şandin Rêveberiya Asayişa Stenbolê û lêgerîna li navnîşanan berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin