Li Rihayê 148 koçber û gumanbar hatin desteserkirin

29 December 2023 16:35 0 dîtin
Li Rihayê 148 koçber û gumanbar hatin desteserkirin

Peyama Kurd - Parezgarîya Rihayê ragihand ku wan 129 koçberên ku bi şêwazeke deryasayî hatine bajêr desteser kirine.

Parêzgarîyê da zanîn ku herwiha wan 15 kesan jî bi tometa 'Qaçaxçîtiya koçberan kirine' desteser kirine.

Parêzgarîyê ragihand ku wan bi hêzên leşkerî li bajarê Rûhayê operasyonek pêk anîye û di encama vê operasiyonê de bi giştî 148 koçber û gumanbarên qaçaxçîtîya koçberan hatine desteserkirin”.

Jêderên herêmî jî ragihandin ku piştî karûbarên tomarê, hêzên dewletê 129 koçberên desteserkirî arasteyî Rêveberîya Koç û Koçberan a Rihayê kirin.

Jêderan dane zanîn ku 19 gumanbarên qaçaxçîtîya koçberan jî ji bo dadgehê hatine arastekirin û piştî darizandinê 15 ji wan hatine girtin û ew arasteyî girtîgehê kirine.

Jêderan diyar kir ku 2 kes ji wan jî bi şertê kontrola dadî û 2 kes jî bê merc serbest hatine berdan.