Hunermenda Kurd Zelal Gokçe hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hunermenda Kurd Zelal Gokçe ya ji Bakurê Kurdistanê li Balafirgeha Stenbolê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat desteserkirin.
Hat zanîn hunermenda Kurd Zelal Gokçe do di saetên şevê de li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin, lê nehat zanîn sedema desteserkirina Gokçe çi ye.
Herwiha têkildarî mijarê hevalên Gokçe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî biryara binçavkirinê ragihandin û eşkere kirin nizanin polîsan Gokçe ber bi ku de birine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin