Zimanzanên Kurd Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlût Aykoç hatin desteserkirin

06 March 2025 10:56 0 dîtin
Zimanzanên Kurd Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlût Aykoç hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Mamoste û zimanzên kurdî Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlut Aykoç hatin desteserkirin. 

Hat ragihandin, polîsan îro serê sibê bi ser mala her sê nivîskar û zimanzên Kurd de girtine û Samî Tan li Rihayê, Ronayî Onen li Amedê û Mevlut Aykoç jî li Stenbolê desteser kirine.

Weke tê zanîn Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlut Aykoç di 2010î de, ligel zimanzan M. Sadik Varli pirtûka hînkirina ziman a bi navê “Hînker” amade kiribû û weşandibûn.

Li gor agahiyên ku hatine ber dest, polêsan di lêpirsînan de ev pirtûk ji wan pirsîni.

Her wiha hate ragihandin ku her sê nivîskar û zimanzanên Kurdî, bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” hatine desteserkirin. 

Zimanzan Sami Tan, li bakurê Kurdistan, li bajarê Rihayê dijî û Serokê Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî ya Rihayê ye û li wir xebatên xwe didomîne. 

Ronayî Onen ji li bakurê Kurdistan, li bajarê Amedê dijî û xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Mevlut Aykoç jî li bajarê Tirkiye yê Stenbolê dijî û ligel xebatên xwe yên kurdî, di nav DEM Partîyê de jî cih digire.

Piştî “Hînker”a pêşî, Samî Tan û Ronayî Onen bi hev re “Hînker”ên din jî amade kirin. Heta niha Hînker 1, 2 û 3 derketine.

DEM Partî: Mamosteyan serbest berdin

Piştî desteserkirina 3 nivîskar û zimanzanên Kurd, DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û daxwaza serbestberdana nivîskar û zimanzanan kir. 

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: Mamosteyên me Ronahî Onen, Samî Tan û Mewlut Aykoç xîretkêşên zimanê kurdî ne. Hînkerên ku wan bi kedeke qedrbilind amade kirin, xwendin û nivîsîna zimanê me hînî me hemûyan kir. Demildest mamosteyên me berdin û ronahiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk nefetisînin.”