Fuat Onen: Kêseya Tirkiye li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye

30 December 2020 10:34 0 dîtin
Fuat Onen: Kêseya Tirkiye li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye

PeyamaKurd Li ser nêzîkahiya Tirkiyê ligel Rûsyayê û êrîş û gefên li ser Eyn Îsayê, çavdêrê siyasî Fuat Onen da zanîn, pirsgirêka Tirkiyê li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye û hewl dide, yekîtiya Rojavayê Kurdistanê têk bibe. Eger ev ji wan re garantî bibe, pir bi hêsanî dewleta Tirkiyê dikare bi Esad re jî li hev bike.

Tirkiye tevî ku dibêje li dijî desthilata Beşar Esed im jî, welatên herî nêz ên Tirkiyê, Rûsya û Îran in û ev her du welat li Sûriyê piştgiriya rejîma Beşar Esed dikin. Siyasetmedar û dahûrînerê Kurd Fuat Onen li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir:

“Bi rastî esas, dewleta Tirkiyê li hember Kurdistanê ye. Di salên 2011-2014an de bi Siûdî û Qeter û piştgiriya Amerîkayê li dij derketin û gotin 'em ê Esad birûxînin', dû re him Amerîkiyan paş ve gav avêtin, van du-sê salên dawî Tirkiye jî ji wê hedefê paş ve gav avêtiye. Kêşeya wan li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye û hewl didin yekîtiya Rojavayê Kurdistanê têk bibin. Esas derdê wan ew e. Eger ev ji wan re garantî bibe, pir bi hêsanî dewleta Tirkiyê dikare bi Esad re jî li hev bike.”

Fuat Onen da zanîn:

“Gelek aliyên siyasî yên Tirkiyê dixwazin ku dewleta Tirkiyê rasterast têkiliyê bi rejîma Esad re deyne, heya niha Erdogan li dij derdiket, lê her ku li herêmê Erdogan teng bibe, mesela Kurdistanê ne têde, dikare bi her kesî re li hev bike.”

Onen li ser bandora pirsgirêka Kurdistanê û bandora wê ya li ser welatên din axivî û got:

“Kêşeya Kurdistanê bandorê li têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê dike, bandorê li têkiliyên Tirkiye û Ewropayê dike, di heman demê de bandorê li têkiliyên Tirkiye û dewletên herêmê dike.”

Herî dawî çavdêrê siyasî Fuat Onen destnîşan dike:

“Ji bo Tirkiyê, li Rojhilata Nêzîk xetereya herî mezin Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Ji ber vê jî, him êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, him êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û jixwe Bakurê Kurdistanê kirine weke zindaneke vekirî. Yanî divê em baş bizanibin siyaseta derve ya dewleta Tirkan, li ser nebûna Kurdistanekê ava dibe û ev helwesta wan bandorê temamê têkiliyên wan û dewletên cîhanê dike.”