Ji bo Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê teklîf ji Leyla Zana re

22 December 2023 11:00 0 dîtin
Ji bo Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê teklîf ji Leyla Zana re

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) namzeta di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, siyasetmedara Kurd Leyla Zana ye.

Hat îdiakirin ku Partiya DEMê ya ku serlêdanên namzediyê heta 25'ê Kanûnê dirêj kir, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêşniyara Leyla Zana kir û li benda biryara Zana ne.

Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku rêveberên Partiya DEMê wê di rojên pêş de careke din bi Leyla Zana re bicivin.

Partiya DEMê ragihandibû, ew ê di destpêkê de li 27 navçeyên parêzgehên rojavayê Tirkiyê namzedan destnîşan bikin.