Hefteya bê Serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin: Dîroka destpêkirina kar diyar bû

24 May 2019 11:29 0 dîtin
Hefteya bê Serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin: Dîroka destpêkirina kar diyar bû

PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, hefteya were wê civîna parlementoyê bê sazkirin û wê di civînê de Serokê nû yê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

Omêd Xoşnaw ji medya Kurdsitanê re got: “Em li benda vexwandina Seroka Parlamentoya Kurdistanê ne, ku derokatiya parlamentoyê bernameya karê civîna parlamentoyê diyar dike. Tekez di nîveka heftiya bê de Parlamentoya Kurdistanê dicive û  Serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin.”

Xoşnaw diyar kir, namzedê PDK, YNK, Goran, Tirkmen û Mesîhiyan, Nêçîrvan Barzanî ye û ku zêdetirî 90 dengên parlamenteran e.

Roja yekşemî 12ê Gulana 2019 ji saet 11:00ann ve, Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê civiyabû û biryar da ku deriyê xwekandîdkirinê ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê were vekirin, ku roja 15ê Gulanê di heman saetê de muhleta xwekandîdkirinê bi dawî hatibû.

Ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê 5 kes namzed in. Li gor Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, ew 5 kesên berbijêr wiha ne: “Nêçîrvan Barzanî, Omêd Ebdulselam Qadir, Mihemed Heme Salih Qadir, Rêbwar Ezîz Mistefa, Hîwa Ebdullah Xidir.”

Yek ji rayedarên PDKê Bilind Ismail jî ragihand ku piştî hilbijartina serokê nû tê çaverêkirin ku sond bixwe û dest bi wezîfê bike.

Ismail diyar kir ku Serokê nû yê Kurdistanê wê 10ê hezîranê bi fermî dest bi kar bike.