Serokê Herêma Kurdistanê, dê dîroka hilbijartinan eskere bike
PeyamaKurd- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê dê di nav 2 mehên pêş de dîroka hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere bike.
Fewzî Herîrî, li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, daxuyaniyek da rojnamevanan û da zanîn ku ew ê din av herdu mehên pêş de dê roja hilbijartinan were eşkerekirin. Herîrî got,
“Em wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê, erkê me yê yasayî ye ku roja hilbijartinan diyar bikin û Serokê Herêmê jî dê di nav 2 mehên bê de roja hilbijartinê diyar bike.
Erkê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din ên siyasî ye ku çi di warê yasaya hilbijartinan de û çi di yên din de divê nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin.”
Di sala 2013an de li Herêma Kurdistanê yasaya hilbijartinan hat pesendkirin û di nav de tê eşkerekirin ku herêm yek bazne ye, lê hinek hêz dixwazin yasayê sererast bikin û Herêmê bikin çar bazneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin