Nêçirvan Barzanî bi 68 dengan wekî Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin
PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê îro (28.05.2019) Sêşemê ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê civiya, ku pênc kes bo wî postî namzed bûn û namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi 68 dengan hat hilbijartin.
NÊÇIRVAN BARZANÎ JI 81 KESAN DENGÊ 68AN WERGIRT
Di civîna ku serokatiya parlementoyê bi serokatiya Dr. Wala Ferîd dikir de, 81 parlementer amade bûn û namzedê posta Serokatiya Herêma Kurdistanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Idris Nêçirvan Barzanî 68 deng wergirtin û bû Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê.
Desteya Parlementoya Kurdistanê navê her pênc namzedan xwend û dengdanê destpê kir. Di encama dengddanê de namzedê PDKê Nêçirvan Barzanî ji dengê 81 dengan dengê 68 parlementeran wergirt û bû Serokê nû yê Herêma Kurdistanê.
YNK BEŞDARÎ DENGDANÊ NEBÛ
Hêjayî gotinê ye ku biryar bû ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî deng bide Nêçirvan Barzanî lê ji ber danîna parêzgarekî nû li Kerkûkê di dema dengdanê de parlementerên YNK beşdarî dengdanê nebûn.
Li gor zanyariyên berdest, merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê dikeve piştî betlaneyên cejna Remezanê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin