Zengila Ser lê dide: Lubnanê gestên asmanî rawestand

28 July 2024 23:49 0 dîtin
Zengila Ser lê dide: Lubnanê gestên asmanî rawestand

PeyamaKurd – Li Rojhelata Navîn metirsiya şerekî mezin belav dibe. Piraniya şîrovekar û şêwirmendên mijarê diyar dikin ku ew çaverê ne Îsraîl îşev li dijî Lubnanê û Hizbullahê şer ragihîhe.

Ji ber zêdebûna gefa şer, hikûmeta Lubnanê dest bi bergiriyan kir. Di vê çarçoveyê de hin geştên asmanî yên ji Lubnanê rawestand.

Di daxuyanîya ku ji aliyê hêlên asmanî yên Lubnanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wan hin seferên Beyrûtê heta serê sibê rawestandine.

Rêhewaya Rojhilata Navîn a dewleta Lubnanê (MEA) ragihand ku hin seferên xwe yên ji bo Beyrûtê heta sibê rawestandiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku MEAyê ji danê êvarê heta sibê hin seferên Frokexaneya Beyrûtê taloq kirin.

Hemû welatan geştên Frokexaneya Beyrûdê rawestandin

Tê payîn ku Îsraîl işev hêrişî Lubnanê bike. Piraniya kanalên televizyonan vê mijarê kirin mijara nîqaşê. Lubnanê ragihand ku hemû welatan geştên xwe yên Frokexaneya Beyrûtê ya Refîq Herîrî betal kirine.

Piştî hêrişa hovane ya duh a li ser bajarê Mendel Şems ê Durziyan a li Girên Golanê yên di bin kontrola Îsraîlê de ye, aloziya di navbera Hizbullaha Lubnanê û artêşa Îsraîlê de zêde bû.

Her çend Hîzbullah diyar kir ku ti pêwendiya wan bi hêrişê re tune ye jî, Îsraîlê ragihand ku Hîzbullah li pişt hêrişê ye û gef li rêxistinê xwar ku wê berdêleke pir giran bide.