Stenbol | Ji ber berfa zêde dibistan hatin girtin û 100 gestên asmanî jî hatin betalkirin
PeyamaKurd – Li Stenbolê îro ji 18ê Adarê ve, ji ber berfa zêde wê dibistan heta 21ê Adarê girtî bin û 100 geştên asmanî jî hatin betalkirin
Li gor Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya diyar kir, ji ber berfa zêde, ji 18ê Adarê ve heta 21ê Adarê li parêzgehê hemû dibistan hatine daxistin û perwerde hatiye rawestandin. Destûr bi karmendên hikumî yên ducanî û yên kêmendam hatiye dayîn ku neçin ser kar.
Herwiha Rawêjkarê Ragihandina Kompanya Rêyên Asmanî yê Tirkiyê (THY) eşkere kir, ji ber rewşa nerênî a hewayê, di 19ê Adara 2022ê de 80 geştên ji Balafirxaneya Stenbolê û 20 geştên ji Balafirxaneya Sabiha Gokçen hatine betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin