Ji ber barîna berfa zêde li Bakurê Kurdistanê rêyên 399 gundan hatin girtin

20 December 2021 14:58 0 dîtin
Ji ber barîna berfa zêde li Bakurê Kurdistanê rêyên 399 gundan hatin girtin

PeyamaKurd – Li parêzgehên Sêwaz, Wan, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde rêyên 399 gundan hatin girtin.

Li gor Îdareya Taybet a Sêwazê, ji ber berfa zêde rêya 234 gundan hat girtin. Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir, tîmên pêwendîdar li ser karên xwe berdewam in ji bo vekirina rêyan û berfa herî zêde li bajarokên Kamîlava, Koçgirî û Gurunê yên Sêwazê bariya ye.

Li parêzgeha Wanê jî rêyên 31 gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin. Li gor Şaredariya Wanê tîmên pêwendîdar hewl didin rêyên hatine girtin vekin.

Herwiha li parêzgeha Bedlîsê jî rêyên 76 gundan hatine girtin. Rêveberê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umit Kurtkan eşkere kir, li deverên bilind ên deverê barîna berfê berdewam e û tîmên wan hewl didin rêyên hatine girtin vekin.

Li parêzgeha Mûşê jî berfê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya xelkê kiriye û ji ber berfa zêde rêyên 58 gundan hatine girtin. Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bedlîsê Şeyhmus Yentur da zanîn, li tevahiya bajêr ji ber berfa zêde rêyên 58 gundan hatine girtin.