Ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya barîna berfa zêde û seqemê hat dayîn

25 January 2022 21:33 0 dîtin
Ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya barîna berfa zêde û seqemê hat dayîn

PeyamaKurd – Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyê ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da ku wê pêleke nû ya barîna berfa zêde û sermayê dest pê bike.

Hat ragihandin ku tê çaverêkirin; li bajarên Xarpêt, Erzîngan, Dêrsim û Çewligê û li başûrê Diyarbekir, Batman û Rihayê berfeke zêde wê bibare û hişyarî bo welatiyan hat dayîn ku bi tedbîr tevbigerin.

Herwiha hişyariya qeşayê û rabûna bahozê û ketina aşîtê hat dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îsal tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê zivistaneke dijwar derbas dikin û heta niha rêyên bi hezaran gund û nitşîngehan ji ber berfa zêde hatine girtin.