Li Sirnexê ji ber barîna berfa zêde rêyên 20 gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandina ku ji ber barîna berfa zêde û rewşa xirab a keşûhewayê li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê, rêyên 20 gundan hatine girtin.
Hat zanîn ji ber barîna berfa zêde li Şirnex û navçeyên wê yên Elkê û Qilebanê, rêyên 20 gund û 6 mezrayan ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Hat ragihandin ku tîmên hawarçûnê ji bo vekirina rêya 4 gundan û 2 mezrayên girêdayî navenda Şirnexê, 15 gund û 4 mezrayên girêdayî navçeya Elkê û gundekî girêdayî navçeya Qilebanê xebatên xwe dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin