Ji ber berfa zêde rêyên zêdetirî hezar û 500 gundan hatin girtin
PeyamaKurd - Li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên zêdetirî 1500 gundan girt û barîna berfê jî berdewam e.
Li gorî zanyariyên rêveberiya keşnasiyê belav kirine, wê barîna berfê û kêmbûna hileya germê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyê heta çend rojan berdewam bike.
Heta niha ji ber pêla berfê ya dawî li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên zêdetirî 1500 gundewaran hatine girtin ku xebatên vekirinê berdewam dikin.
Li gorî amarên berpirsên bajaran belav kirine; li Wanê rêyên zêdetirî 900 gundan, li Erzeromê rêyên 220 gundan, li Ezirganê rêyên 20 gundan û li Colemêrgê jî rêyên 160 gundan hatine girtin û pileya germahiyê ketiye 11 bin sifrê.
Hatiye pêşbînîkirin ku roja Sêşema bê berf li navenda bajarê Diyarbekirê jî bibare û hişyarî ji bo wergirtina tedbîran hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin