Sêwaz | Ji ber berdewambûna berfa zêde rêyên 74 gundan hatin girtin

04 January 2022 14:02 0 dîtin
Sêwaz | Ji ber berdewambûna berfa zêde rêyên 74 gundan hatin girtin

PeyamaKurd Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berdewambûna berfa zêde, rêyên 74 gundan hatin girtin.

Li gor Rêveberiya Îdareya Taybet a Sêwazê diyar kir, ji ber berdewambûna berfa zêde li navçeyên Qoçgirî, Qenxal, Macîran û Girînê, rêyên 74 gundan hatine girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Sêwazê, ji bo vekirina rêyên gundan bi 32 greyder, 22 barhilgir, 6 dozer, 7 makîneyên kar, 26 barhilgirên veguhestinê û 136 fermanberan li ser karûbarên xwe berdewam in.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, rojên dawî berfeke zêde bariya ye û pileya germê bi şevan heta 25-30 pile dadikeve bin sifrê.