Barîna berfa zêde bû sedema girtina rêyên gundan

01 February 2020 18:34 0 dîtin
Barîna berfa zêde bû sedema girtina rêyên gundan

PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bîngolê ji duhî êvarê de berfeka zêde bariya û bû sedema ku 197 rêyên gundan hatin girtin. Li gundên girêdayê bajêr bi taybetî li gundên bilind sitûriya berfê giha metreyekî. Lin av bajêr qaliniya berfê ji 10 cm î derbas bû.

Rêvebiriya bajêr ya dewletê xebatê dike ku rêyên gundan ji berfê veke.

Li bajarê Şirnexê, li navçeya Beytuşebabê jî berfa zede bariya û bû sedema girtina rêyên 15 gundan. Xebatên vekirina rê dewam dikin.