Barîna berfa zêde bû sedema tatîlkirina dibistanan

26 December 2019 00:41 0 dîtin
Barîna berfa zêde bû sedema tatîlkirina dibistanan

PeyamaKurd- Li bajarê Maraşê bi sedema zêde berf bariya dibistanên 5 navçeyan ji aliyê rêvebiriyên perwerdê de hatin tatîlkirin. Navçeyên ku dibistanên wan hatine tatîlkirin; Göksun, Çağlayancerit, Onikişubat, Dulkadiroğlu û Andırın in.Wê sibê li van navçeyan zarok neçin dibistanan.

Di ragihandina rêvebiriyan de; bi sedema berfa zêde li temamê dibistanên Göksuyê, li Çağlayanceritê gundên Bozlar û Helete ne di nav de li temamê navçê dibistan tatîlin.