Sêwas | Rojekê ji ber berfa zêde dibistanên seretayî û navîn hatin girtin

10 February 2022 11:59 0 dîtin
Sêwas | Rojekê ji ber berfa zêde dibistanên seretayî û navîn hatin girtin

PeyamaKurd Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê, rojekê ji ber berfa zêde dibistanên seretayî û navîn hatin girtin.

Parêzgariya Sêwasê bi daxuyaniyekê diyar kir, berfeke zêde bariya ye û ji ber metirsiya qeşayê îro Pêncşemê 10ê Sibata 2022ê dibistanên seretayî û navendî heta rojekê hatine girtin. Herwiha wê karmendên kêmendam û ducanî wek mohlet bên qebûlkirin û naçin saziyên lê dixebitin.

Parêzgariyê herwiha eşkere kir, li saziyên hikûmî jî saetên dewamê wek 09:30-12:00 û 13:00-17:00 hatine guhertin.