Berfa zêde îro li gelek parêzgehan perwerdehî rawestand

21 March 2022 12:29 0 dîtin
Berfa zêde îro li gelek parêzgehan perwerdehî rawestand

PeyamaKurd  Berfa zêde îro li parêzgehên Qers, Erdexan, Sêrt, Erzerom, Agirî, Idir û Wanê ên Bakurê Kurdistanê û li 14 parêzgehên Tirkiyê rojekê perwerdehî rawestand.

Li gor zanyariyan, ji ber zehmetbûna çûn û hatinê, qutbûna rêyên hin gundan û herwiha daketina pileya hewayê, li hin parêzgehan dibistan ji bo rojekê hatin girtin.

Parêzgar û rêveberiya perwerdê yên wan bajaran destnîşan kirin, berfê bandoreke nerênî li ser jiyanê kiriye û li tevahiya 21 parêzgehê îro 21ê Adarê perwerde ji bo dema rojekê hatiye rawestandin. Herwiha destûr bi karmendên hikumî yên ducanî û yên kêmendam hat dayîn ku neçin ser kar.