Li gelek parêzgehan operasyon: Rojnameger hatin desteserkirin

26 November 2024 12:33 0 dîtin
Li gelek parêzgehan operasyon: Rojnameger hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbol, Enqere, Batman û Diyarbekirê li gelek bajaran ji aliyê ekîbên polîsan ve operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonan de rojnameger jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di nav kesên hatine desteserkirin de gelek mamosteyên endamên Egîtîm-Senê jî hene.

Li Stenbolê di serdegirtina malan de rojnameger Erdogan Alayumat û yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Bîlge Aksu û Nîmet Tanrikûlû hatin desteserkirin.

Rojnameger Mehmet Uçar li Batmanê di serdegirtina malan de hat desteserkirin.

Li Amedê Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, rojnameger Ahmet Sunbul û derhêner Ardîn Dîren hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku li 19 parêzgehên ku navenda wê Enqere ye operasyonên hemwext hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, ji ber di nava avahiya Civaka Demokratîk a Kurdistan/Turkiye (KCK/TM) de cih girtine ji bo 15 kesan li gorî şahidan û îfadeyên bi bandor ên poşmaniyê têkildarî erkên wan ên rêxistinî yên di komîteyan û raporên analîzên HTŞê de biryara desteserkirinê hat dayîn