Ji Hêzên Pêsmerge operasyona DAISê: Gelek stargeh hatin ruxandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li sînorê nehiyeya Qerencehîrê operasyoneke berfireh li ser stargehên rêxistina terorîst DAIŞê pêk anî ku gelek stargehên wan ruxand.
Wezareta Pêşmerge îro 1ê Tebaxê ragihand, bi fermana Fermandariyê Firqeya Duyem a Peyade ya Wezareta Pêşmerge, Lîwaya 1ê ya Peyade li sînorê nehiyeya Qerehencîrê û gundên derdorê, operasyoneke berfireh li serê sibeha îro heta piştî nîvro hat kirin.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir, armanca wê operasyonê lêgerîn û pişkinîn cihên gumana stargeh û çekdarên teroristên DAIŞê lê hebûn bû.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fermandariya Operasyonên Iraqê Ebdulxaliq Telet, roja Şemiyê, gotib; heta niha jî DAIŞ li ser paşeroja Iraqê metirsiyeke mezin e ku bi awayekî her heftiyê carekê an jî her mehê çend caran êrîş dikin ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê.
Telet dabû xuyakirin: “Êrîşa DAIŞê ya li ser Qerehencîrê nîşaneyeke ji bo metirsiyên wê rêxistinê li ser Herêma Kurdistanê ku mimkun e zêdetir êrîşan bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin