Li Gazzeyê di rojekê de zêdetirî 400 kes mirin!

23 October 2023 12:31 0 dîtin
Li Gazzeyê di rojekê de zêdetirî 400 kes mirin!

PeyamaKurd – Di encama êrîşên do yên artêşa Îsraîlê yên li ser herêmên curbecur ên Zîvala Gazzeyê de, zêdeyî 400 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiya ku WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê ji çavkaniyên tenduristiyê yên li bajêr da, ji sedî 70yê miriyan zarok, jin û kal in.

Li gorî WAFAyê hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan derket 4 hezar û 700î.

Îsraîl di roja 16emîn a êrîşên li dijî Gazzeyê de bi balafirên şer û topavêjê li cihên cuda yên bajêr hemwext bi bomberdûmanên niştecihan herî kêm 25 komkujî pêk anîn.

Di encama êrîşên hewayî û bejayî yên li gelek deverên bajêr de di rojekê de zêdeyî 400 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.