UNHCR: Li Derya Spî zêdetirî 2500 koçber yan mirin yan jî winda bûn!

29 September 2023 19:24 0 dîtin
UNHCR: Li Derya Spî zêdetirî 2500 koçber yan mirin yan jî winda bûn!

PeyamaKurd - Komseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji despêka sala 2023yan ve bêhtirî 2500 kes li Derya Spî yan mirine yan jî winda bûne.

Berpirsê nûnertiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a li New Yorkê Ruven Menikdiwela bi daxuyaniyekê eşkere kir, “Heta 24ê Îlonê di sala 2023an de zêdetirî 2 hezar û 500 kes mirin an jî winda bûn.”

Li gorî amarên UNHCR di heman demên sala 2022yan de, 1.680 kes miribûn an jî winda bûbûn ku ev hejmar jî tê wateya ku ji sêyan du hejmara koçberên mirine yan jî winda bûne zêdetir bûye.

Ruven Menikdiwela di civîna Konseya Ewlekariyê de ya li ser krîza koçberan a li Derya Spî axivî û got, “Raya giştî nabîne lê li bejahiyê jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

Ruven wiha pê de çû: “Rêwîtiya ji Rojava an jî Rojhilatê Afrîkayê ber bi Lîbyayê û deverên peravî yên birêketinê, yek ji rêwîtiyên herî xeter ên cîhanê ye.”

Li gorî amarên UNHCR’ê eşkere kirine, di navbera 1ê Çile û 24ê Îlona 2023yan de 130 hezar koçberan xwe gihandine Îtalyayê, bi giştî 186 hezar koçberan jî xwe gihandind Başûrê Ewropayê (Îtalya, Yananistan, Qibris û Maltayê. Li gorî heman dema sala 2022an hejmar ji sedî 83 zêde bûye.