UNHCR: Zêdetirî 500 hezar Ûkraynî koçberî welatên Ewropayê bûn

28 February 2022 18:06 0 dîtin
UNHCR: Zêdetirî 500 hezar Ûkraynî koçberî welatên Ewropayê bûn

PeyamaKurd - Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di roja 5an a êrîşa Rûsyayê ya bi ser Ûkraynayê de eşkere kir ku heta niha zêdetirî 500 hezar kes ji Ûkraynayê derketine.

Berpirsê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY Filippo Grandi li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir ku heta niha zêdetirî 500 hezar welatiyên Ûkraynayê ji ber şer koçberî welatên Ewropayê bûne.

Berdevka UNHCR Shabia Mantoo jî ragihand ku heta niha 281 hezar kes ketine nav axa Polandê û ew hejmar zêde dibe.

Mantoo got, zêdetirî 84 hezar û 500 Ûkraynî çûne Macaristanê, dora 36 hezar û 400 kes çûne Moldova, 32 hezar û 500 zêdetir kes çûne Romanya û nêzî 30 hezar kes jî çûne Slovokyayê.