Kestîvanê Diyarbekirî li Derya Egeyê jiyana 37 koçberan rizgar kir

04 June 2024 18:22 0 dîtin
Kestîvanê Diyarbekirî li Derya Egeyê jiyana 37 koçberan rizgar kir

PeyamaKurd – Keştîvanekî ji bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, piştî ku belemeke koçberan a 37 kes tê de bûn li Derya Egeyê motora wê têk çû û kete ber pêlan, bi hawara wan ve çû.

Di bûyera ku li Derya Egeyê 2yê Hezîranê rû daye de, keştîvanê Diyarbekirî yê bi navê Seyfettin Ozel, bi hawara wê belema 37 koçberên Misrî, Bangladeşî, Pakîstanî, Libyayî û Somalîyî tê de bûn çûye û  hemû rizgar kirine.

Qeptanê keştiyê yê Kurd Seyfettîn Ozel ji medyayê re daye xuyakirin, wan belem 60 mîl li başûrê Girava Gîrîtê dîtiye û demildest alîkariya koçberan kirine û ew anîne nava keştiyê.

Ozel got, rewşa wan koçberan gelek metirsîdar bû ku 2 ji wan ketibun deryayê û winda bibûn, 3 ji wan birîndar bûn, 1 ji wan ne li ser hişê xwe bû, ava wan nemabû û hêdî hêdî ji ser hişê xwe diçun.

Seyfettîn Ozel da zanîn ku wan koçber anîne nava hola keştiya xwe û birînên wan derman kirine û av dane wan ku bi vê yekê koçber di nava 3 demjimêran de bi ser xwe ve hatine.

Ozel got ku ew bi Navenda Koordînasyonê ya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Radyo Olîmpîa ya Yunanîstanê re ketine têkiliyê û li bendereke Başurê Gîrîtê koçber radestî hêzên ewlekariya deryayî kirine.

Seyfettîn Ozel herwiha diyar kir ku ew pê kêfxweş e û serbilind e ku jiyana wan koçberan rizgar kiriye.