Li Deryaya Spî dîsa tofan: Piranî Kurd herî kêm 58 koçber mirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Deryaya Spî, ferîbota ku 70 rêwî lê barkirî ku piraniya wan Kurd in, noqî avê bûye û tenê 12 kes ji wan rizgar bûne.
Ferîbota ku koçberan ji bajarê Bodrumê yê Tirkiyê hilgirtibû wê biçûya Îtalyayê.
Hate ragihandin ku heta niha meytên 36 koçberan ji deryayê hatine derxistin.
Her wiha hate gotin ku ferîbota di nîvê meha Pûşperê de ji Bodrumê bi rê ketiye piştî 5 rojan, bi qasî 120 kîlometre dûrî peravên Îtalyayê binav bûye.
Ji aliyê din ve jineke ku bi birîndarî ji keştiyê rizgar bû û hat ragihandin ku Kurd e, diyar kir ku efserên di keştiyê de rastî tundiyê hatine, destdirêjî li keça wê ya 16 salî kirine û kuştine.
Li ser vê yekê 4 endamên ekîba keştiya ku birîndar xilas bûn li Îtalyayê hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin