Sirketên Rûsî dîsa dê berê xwe bidin Kurdistanê
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Sergey Tsîvlev diyar kir ku îro Pêncşemê, 27ê Sibata 2025an, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser hinartina petrolê gihîştine çareseriyekê û got, “Ev tê wê wateyê ku şirketên enerjiyê yên Rûsî dê dîsa berê xwe bidin Herêma Kurdistanê ku ji van jî ya herî navdar şirketa Rosneft e.”
Li gorî rapora ajansa nûçan a Rûsî TASSê, Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Tsîvlev got:
“Çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê sûdê bide wan şirketan ku berî niha li Herêma Kurdistanê sermayeguzarî di gelek projeyan de kiribûn, lê ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê karê xwe rawestandibûn.”
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulxenîî jî li ser vê mijarê ragihand ew çaverê dikin ku Tirkiye di nava 2 rojên bê de ji nû ve hinartina petrola Kurdistanê erê bike.
Ebdulxenî gotibû:
“Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin