Erdogan: Em berê bi Esad re bi malbatî diciviyan; dibe ku dîsa jî bibe
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku ti sedem tune ye ku pêwendiyên bi Sûriyeyê re ji nû ve neyên sazkirin û got: "Me berê jî bi Birêz Esed re hevdîtin kiribûn, her wiha me hevdîtinên bi malbatî jî kiribûn. Tiştekî ku nebe nîne, em dîsa dikarin bicivin." .
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî nimêja îniyê di bersivandina pirsên rojnamevanan de, li ser pirsa “Gelo wê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêwendî pêk bên?” wiha axivî:
“Ti sedem tune ku ev yek pêk neyê. Em ê ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Sûriyeyê re bi hev re tevbigerin, mîna berê. Nabe em bibin xwediyê fikar û armanceke wek destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê. Gelê Sûriyeyê civakek e ku em wek gelên bira bi hev re dijîn. Çawa ku me berê, pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re didomandin, me berê jî ev hevdîtin bi birêz Esed re kiribûn, di nav wan de hevdîtinên malbatî jî hebûn. Bi rastî ev, tiştekî nebe nîne. Dikare sibê dîsa çêbibe. Ti niyeteke me ya destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê tune ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin