Serokwezîrê berê yê Almanyayê dev ji rêvebiriya kompaniya enerjiyê ya Rûsî berdide
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schroeder dev ji rêvebiriya kompaniya enerjiyê ya Rûsî Rosneftê berdide.
Serokwezîrê berê yê Almanyayê Schroeder, ji ber ji mêj ve di rêvebiriya kompaniya Rûsî wek kesekî payebilind dixebitî, dibû armanca rexneyên tund.
Schroeder do diyar kir ku êdî ji wî re ne pêkan e ku karê xwe yê di desteya rêvebiran a Rosneftê bimîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Schroeder ji sala 1998 heta 2005an serokwezîrîya Almanya kiribû û ew di mehên dawî de jiber karê wî yê di kompaniyên bin kontrola dewleta Rûsî de dibû armanca rexneyên tund.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin