Tirkiye: Amerîka F-16an nede, em ê berê xwe bidin bijardeyên din!
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, mijara balafirên F-16 ku li senatoya Amerîkayê firotina wan a bo Tirkiyê bi mercan ve tê girêdan û nadin wan, diyar kir ku heger firotin çênebe ew dê berê xwe bidin alternatîfên din.
Akar di hevpeyvîneke ligel El Cezîreyê de li ser pirsa negihîştina encamekê di mijara F-16an de ligel Amerîkayê got, "Em nikarin bibêjin ku negihîştiye encamê. Ev prose berdewam dike… Pêdiviya Tirkiyê bi 40 heb F-16an heye û me ji wan xwest.”
Hulusî Akar diyar kir ku heger Amerîka F-16an nefiroşe wan bijardeyên wan ên din hene û got: “Ne mimkun e em şertên danîne ber me qebûl bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Akar behsa wê bijardeya beramberî F-16ên Amerîkî nekir, lê tê texmînkirin ku ji bo kirîna balafirên şer ên rûsî gotibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin