Rayedarê Yunan: Divê Amerîka F-16an bide Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Yunanîstanê Angelos Syrigos diyar kir ku şert û mercên ku Senator Bob Menendez danî, dê di berjewendiya Yunanîstanê de be ku Tirkiye ji Amerîkayê F-16an bikire.
Ev gotinên Syrigos ên "Ew di berjewendiya me de ye ku Amerîka F-16an bide Tirkiyeyê." li welêt bû sedema nîqaşan.
Syrigos, di daxuyaniya xwe ya ku li Yunanîstanê bû sedema qeyranê got,
"Em dixwazin Tirkiye F-16an bikire. Ne niha lê di demeke dirêj de. Ji ber ku em dixwazin ji aliyê Rojava ve were kontrolkirin. Bifikirin ku Tirkiyeyeke bi pergalên çekan ên Rusyayê... Kes nikare destdirêjiya wê ya li dijî me rawestîne. Lê belê, di heman demê de ev hemû ambargoya çekan rê dide me ku em valahiya pergalên xwe yên parastinê yên ku di deh salên borî de hatine afirandin, bigirin."
Li ser mijarê, Rêveberê Encûmena Serkirdayetiya Yunan Amerîkan (HALC) Eddie Zemenidis, ev daxuyanî wekî "tewş" pênase kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin