Amerîkayê, ji bo F-16an serteke nû da ber Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland diyar kir ku wan peyama xwe daye Enqereyê ku heger endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê were pesendkirin, firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê, dê bibe sedema nêrîneke germ a li Kongreya Amerîkayê.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di rûniştina bi sernavê "Têkoşîna li dijî êrîşkariya Rusyayê ya ku li Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê hat lidarxistin de îhtîmala firotina balafirên F-16 a ji bo Tirkiyeyê û nerazîbûnên Enqereyê yên li hember endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê hat kirin.
Hat zanîn ku Victoria Nuland, di rûniştinê de pirsên senatoran bersivandin û Senatora Demokrat Jeanne Shaheen diyar kir ku heta Tirkiye endamtiya NATOyê ya herdu welatên bakurê Ewropayê qebûl neke, ew ê li dijî firotina F-16 derkevin.
Jeanne Shaheen destnîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe yên navxweyî bi kar tîne û got ku ev rewş, li dijî berjewendiyên NATOyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin