Amerîkayê li ser 5 sîrketên li Tirkiyeyê ne ceza sepandin

15 September 2023 10:00 0 dîtin
Amerîkayê li ser 5 sîrketên li Tirkiyeyê ne ceza sepandin

PeyamaKurd – Amerîkayê 5 şîrketên Tirk ên ku bi Rûsyayê re bazirganiyê dikin û xwediyê yek ji van şîrketan jî xist lîsteya cezayan. Dema vê biryarê ku bi hefteyan beriya ku Meclisa Tirk a li ser endamtiya NATOyê ya Swêdê deng bide hat girtin, bal kişand.

Di daxuyaniya pêwendîdar a Wezareta Derve ya Amerîkayê de, "Wezaretên Derve û Bazirganî yên Amerîkayê biryar dane ku tole li ser gelek kes û rêxistinên pêwendîdar bi şerê Rûsyayê li Ukraynayê bisepînin. Berpirsiyarê binpêkirina cezayên ku ji ber dagirkeriyê li ser Rûsyayê hatine sepandin, beşdarî pêşxistina şiyana şer a Rûsyayê û xurtkirina hilberîna enerjiyê ya Rûsyayê ye."

Rêvebirê Ofîsa Koordînasyona Cezayan a Wezareta Derve ya Amerîkayê James O'Brien ji ajansa Associated Press (AP) re got, "Armanca tedbîrên hatine girtin ew e ku ji bo sînordarkirina kapasîteya hilberînê ya Rûsyayê di warê berevaniyê de û kêmkirina herikîna pereyên ku ji bo şerê wê hewce ne."

Ji bilî Tirkiyeyê di lîsteya cezayan de ji gelek welatên wekî Rûsya, Gurcistan, Fînlandiya û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) jî şîrket û şexs hene.

Biryara Amerîkayê ya ji bo cezakirina kompaniyên Tirkiyê di demekê de hat ragihandin ku pêwendiyên Washington û Enqerê di qonaxeke hestiyar re derbas dibûn. DYE li bendê ye ku Meclîsa Mezin a Tirk (TBMM) di serê meha Cotmehê de endamtiya Swêdê ya NATOyê bipejirîne.

Piştî biryara cezayan, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller li ser pirsa rojnamevanekî ku ev mijar anî rojevê wiha got: "Em nafikirin ku ev bi ti awayî bi hev ve girêdayî ne û em ne li bendê ne ku ev ceza bandorê li ser ( Swêd) endamtiya NATOyê bike."

Piştî ku Rûsyayê di Sibata sala borî de êrîşî Ukraynayê kir, Amerîka û gelek welatên rojavayî li dijî Rûsyayê biryarên cezayên berfireh girtin. Lê dîsa jî bazirganiya bi Rûsyayê re bi rêya hin riyên bazirganiyê, di nav wan de Behra Reş, tê kirin. Washingtonê ku ji vê rewşê dilgiran bû, çendîn caran hişyarî dabû vî welatî ku kîmyewî, nîvgiran û madeyên din ên ku Moskow di şer de bikar bîne, nede.

Di vê çarçoveyê de gelek rayedarên payebilind ku di nav wan de Cîgirê Wezîrê Darayî yê Amerîkayê Wally Adeyemo jî hebû, serdana Enqereyê kirin û hewl dan ku rê nedin kompaniyên Tirkiyê ku piştgiriyê bidin binpêkirina cezayên Amerîkayê ji aliyê Rûsyayê ve.

Rayedarekî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: "Di van 18 mehên dawî de me fikarên xwe hem bi hikûmeta Tirkiyê û hem jî bi sektora taybet re parve kir û me li ser xetereyên bazirganiyê bi kes û pargîdaniyên ku bi şerê Rûsyayê re têkildar in re hişyar kir."

Enqereyê heta niha derbarê biryarên cezayên Amerîkayê de daxuyaniyeke fermî nedaye. (Çavkanî: AP, Reuters, DW)