Ji aliyê Amerîkayê ve bi dehan kes û sîrketên girêdayî DAIS û El Qaîdeyê hatin cezakirin

01 August 2023 12:33 0 dîtin
Ji aliyê Amerîkayê ve bi dehan kes û sîrketên girêdayî DAIS û El Qaîdeyê hatin cezakirin

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar da ku li ser 20 kes û 29 pargîdaniyên ku di operasyonên xwe yên li Maldîvê de piştgirî didin rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê, mueyîdeyan bisepîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîneke çapemeniyê ya rojane de got, armanca toleyan ew e ku rê li ber piştevaniya darayî û cureyên din ên piştgirîkirina çalakiyên terorîstî yên li Maldîv bigire.

Di nav kesên ku di cezayan de hatine binavkirin de 18 hêsankarên DAIŞ û DAIŞ-Xorasan (DAİŞ-K), 2 ajanên El Qaîdeyê û 29 şîrketên girêdayî wê hene.

Miller got, Dewletên Yekbûyî pabend e ku ev torên piştgirîya terorîst ji drav û çavkaniyên ji bo rûbirûbûna gefên li ser herêmî û navneteweyî bêpar bimînin û êrîşan pêk bînin.