Amerîkayê, welatiyên xwe yên Tirkiyeyê hisyar kir

01 October 2023 20:30 0 dîtin
Amerîkayê, welatiyên xwe yên Tirkiyeyê hisyar kir

PeyamaKurd- Piştî hewildana êrîşa bombeyî ya li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê, ji welatiyên xwe xwest ku ji herêmê dûr bisekinin. 

Di daxuyaniya hişyariyê ya Balyozxaneya Amerîkayê de hat gotin ku divê medyaya herêmî ji bo agahiyên rojane bên şopandin û daxuyaniyên rayedarên herêmî bi baldarî bên bicihanîn.

Vê sibehê saet derdora 09:30an, li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê; li ber dergehê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, êrîşeke bombeyi çêbûbû û di encama êrîşê de êrîşkarek xwe teqandibû, yek hatibû bêbandorkirin û 2 karmendên emnî jî bi sivikî birîndar bûbûn.